EM HEVRÊYÊ XWE TEKOŞER Bİ RÊZDARÎ BİBÎRTÎNİN

       

Rêhevalê me Tekoşer di nava malbateke welatparêz de li bajarê Reqa jidayikbûye. Hevrêyê me ji nêz ve şahidî ji zilm û zordestiya Rejima Baas ya li ser gelên Ereb û Kurd re kiriye û her tim xwestiye li hemberî vê rejîmê di nava têkoşînê de be. Ji bo rêbazê têkoşîne her di lêgerînê de bû ku bikaribe rêya herî rast ya têkoşînê hilbijêre. Di encama lêgerînên xwe de rastîya Serok Apo û PKK ê naskiriye. Taybet ji xebatên Serokati yên li Rojava û Suriyê bandor bûye. Rêhevalê me Tekoşer dema şerekî dijwar li welatê me diqewimî wekî ciwanekî Kurd gîhîştiye wê encamê ku divê ji bo azadiya gelê xwe û welatê xwe bikeve nava têkoşînê. Rêheval Tekoşer ku dîtiye Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelên bindest ên cîhanê şer dike. Ji ber vê jî rêhevalê me Tekoşer ji bo hevjiyana azad a gelan ketiye nava karên şoreşê. Li ser şopa lehengên xwebexş ên welatê xwe de ketiye rê û berê xwe daye çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûye.

Ruxmê ku berê çiya nedîtîbû û di destpêkê de hin zehmetî kişandibe jî bi îradeyek mezin tevlî nava jiyanê bûye. Hevrêyê me Tekoşer di perwerdeyên ku li çiyayên Kurdistanê dîtiye de rastî, dîrok û çanda gelê me ji nû ve fêrbûye û vê yekê li ser kesayeta wî bandorek mezin kiriye. Piştî ku di nêrînên wî de guhertinên wisa bingehîn çêbûne bi berpirsyariyek mezin tevlî kar bûye û di her erka ku girtiye de serkeftin ji xwe re kiriye armanc. Tevî ku di kesayeta xwe de taybetmendiyên jiyana Modernîteya Demokratîk jî avakiriye, dîsa jî her tim Serokatî şopandiye û her bi xwendina dahûrandin û pirtûkên Serokatî ve xwestiye xwe pêşbixe. Rêhevalê me Tekoşer qasî ku xwendiye, xwestiye tiştên ku fêrbûye bixe jiyanê jî. Bi vê taybetmendiya xwe ve bûye mîlîtanekî mînak ê Rêber Apo. Dîsa bi kesayeta xwe ya paqij, zelal û kedkar ji bo hemû hevalên xwe bûye çavkaniya hêzê û moraleke mezin.

Em jî wekî hevrêyên rêheval Tekoşer di wê biryardariyê de ne ku heta ku em xeyalên hevalên xwe yê şehîd pêkbînin emê tekoşîna xwe berdewam bikin û bîranîna van lehengan di Kurdistaneke azad de bidin jiyandin. Li ser vê bingehî di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Tekoşer re hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Kod Adı: Tekoşer Zilan
Adı Soyadı: Muhammed Bozan
Doğum Yeri: Reqa
Anne – Baba Adı: Fatma – Hasan
Şehadet Tarihi ve Yeri: 19 Ekim 2016 / Avaşîn

12 Avrêl a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG ê

Kategori: Şehit Anıları