Fermandarê Jêhatî - Şehît Erdal Agir

 Rêheval Erdal girêdayî gundekî li herema Xoçwan a Erdexanê di sala 1989’an de dayîk dibe. Ev herem di rastiya xwe de cihekî kewnare û herêmekî berfireh ji çend gundan pêk tê ye. Xoçwan li bajarê Erdexanê de herêma herî zêde bi nirxê welatparêziyê ve girêdayiye tê naskirin. Em baş dizanin ku yek jê zarokê vî herêmê heval Erdal hîna biçûkiyê de dilê wî yê saf û paqij tim ji bo azadiyê lêdixe. Dibistan dixwîne û pê re jî di herêmê de xebatên cîwanên şoreşger dimeşîne. Gelek ciwanên derdora xwe ji bo çalakiyan tevger û rêxistin dike. Bi serbilindiya çand û nasnama xwe ya Kurdîtiyê û baweriya ku têkoşîna Tevgera Azadiyê girtiye di carekê de xwe di nava germahiya ji hestê xwe yê azadiyê re berdide. Û di dawiya sala 2009an de Zanîngeha Qafqasê ya bajarê Qersê dev ji xwendina xwe berdide û ji bo xwe bigihîne pêngava stratejîk ya çaremin,  Şerê Gel ê Şoreşgerî ya 1 ê Hezîrana sala 2010 an destpêka sala 2010 an li herêma Xerzanê tevlî nava refên gerîla dibe.

Rêheval Erdal piştî tevlîbûna xwe ya Xerzanê ji bo perwerdeya şervanê nû bibîne derbasî qada Başûr, li eyaleta Metîna dibe. Li  Metîna piştî dîtina perwerdeya şervanê nû, ji bo pratîkê vesaziya wî çiyayên asê li Zagrosan, eyaleta Avaşînê çêdibe. Heval Erdal jiyana xwe ya di nava tekoşînê de bi taybetmendiyê xwe yê kedkar, fedekar, durûst, dilsoz, bê hesab û xwesteka di her alî de fêrbûna jiyana gerîla tê naskirin. Ji ber vê di nava hemû hevalên xwe de zû tê naskirin û heskirin. Lê belê taybetmendiyê heval Erdal yê herî pêş û sereke zindî û herikbarbûna wî ye. Di vê wateyê de tu carî kesî wî di cihekî de seknandî û bêkar nedidît. Lewre di aliyê hevalê wî de ev taybetmendî pir baş dihat şopandin û pir bal dikişand. Lewra her heval xwe nêzî heval Erdal dikir û dixwest parekî vî taybetmendiyê ji xwe re jî bigire. Di encam de di nava hevalê xwe de dibe hevalekî qet dev jê nayê berdan.   

Di civakê de gelek xeyalên mirovan hene benda pêkhatinê ne. Bêguman ev xisûs ji bo ferdekî di nava civaka Kurd de dijî, ji bo xwe bigihîne van xeyalan zêdetir astengiyan re rû bi rû dimîne. Ji ber ku tê zanîn civaka Kurd civakekî bindeste, di dîrokê de tim rastî zilm û zordariyê hatiye û axa wê pir caran di bin potînên zaliman de hatiye dagirkirin. Lê rêhavel Erdal tu carî van astengiyan nasnekir û tim bê teredût pey xeyalê xwe bazda. Di gelek qadên tekoşînê de ma û gelek hevalên mîna xwe yê dozê naskir, bi wan re jiyan kir şahidî lehengiya wan kir. Vêya girêdanekî xurt yê hevaltiyê di ruhê heval Erdal de da çêkirin. Bi vê hêz û moralê ji bo tola salan ya gelê xwe rabike, tecrîda li ser Rêbertî bişkîne, mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêbertî bide gelê xwe û hemû mirovatiya cîhanê; herî dawî di sala 2014 an de berê xwe dide qada Bakurê Kurdistanê. Rêwîtiya xwe ya Bakur di sala 2014 an de, berê xwe dide herêma jê dayik bûye li herêma Serhedê. Çiya û zozanên bilind yên Serhedê xeyalê heval Erdal pêk dianî. Li vir bi tevlîbûna xwe ya gelek çalakiyên serkeftî dilê xwe kêm be jî rehet kiribû. Hevalên xwe re dibû pêşeng û wekî fermandarekî mînak ji dijmin re jî bibû tirs û xofa kabûsê şevan.

Hêz û morala ku ji têkoşînê girtibû ji xwe re seknandin qebul nedikir. Ji bingeha ew enerjiya potansiyel a heyî di çarçova diyalektîka jiyan û têkoşînê de tim di xwe de vedigerand ruhê çalakiyê. Lewre lêgerînên rêheval Erdal nediqediyan, tim dixwest xwe bigihîne rastiya Rêbertî û şehîdan. Wî rêhevaltiya PKKê pir hez kir, hebûna xwe sipart li ser vê rastiyê û wisa heya dawiyê têkoşînê re meşiya. Û heta kêliya ku şehîd bibe jî hezkirin, parastin û pêşxistin bû pîvanê wî jiyan û têkoşînê.

Di 10 ê Gulan a sala 2020 an de operasyoneke bejahî ya artêşa Tirk a dagirker ya li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê dest pê dike û ev operasyon heta 15 ê Gulanê berdewam dike. Di pêvajoya operasyonê de di navbera heval û dagirkeran de pevçûnên dijwar tên jiyan kirin. Heval Erdal tevî rêhevalên xwe Munzur, Derwêş û Sîpan heta pênc rojan li hember dagirkeran bi awayekî destanî şer dikin û tevlî nava karvanên şehîdan dibin.

Kod Adı: Erdal Agır
Adı Soyadı: Adnan Avşar
Doğum Yeri: Ardahan
Anne - Baba Adı: Tevrat – Abdullah
Şehadet Tarihi ve Yeri: 15 Mayıs 2020 / Kağızman

 

Kategori: Şehit Anıları