Şehîd Sarya Rûken

 

Herêma Mêrdînê bi biryardariya xwe ya bi salan a li ser parastina çanda Kurd, bi berxwedana xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê her tim bûye xwedî cihekî taybet. Ji ber vê yekê her tim bû hedefa êrîşên dijmin, lê xelkê Mêrdînê yê berxwedêr ti carî ji nirxên xwe tawîz neda, di têkoşînê de israr kir. Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re xelkê Mêrdînê jî cihê xwe li gel PKK'ê û gerîlayên azadiyê girt, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava vê têkoşînê kir û bi sedan şehîd da. Emîne Toy bi navê tevgêrî Sarya Rûken Sala 1993’an li herêma Omeryan a Mêrdînê li nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe.

Emîne di zarokatiyê de dikeve bin bandora hestên welatparêziyê yên derdor û malbata xwe. Di ciwaniyê de gelek caran firsend dîbîne ku hêzên gerîla bibîne; Emîne dikeve bin bandora sekna jiyan, şêweyê têkiliyan û qîmetê ku gerîla didenê mirovan. Piştî ku fêr bû çavkaniya vê kûrahiya îdeolojîk a felsefeya Rêber APO ye, destpê dike ku hîn bêhtir Rêbertî nas bike . Emîne Toy her ku Rêbertî dixwînê fêm dike ku hêviya gelê Kurd û gelên bindest e, hîs dike ku bêhtir nêzî çavkaniya azadiyê dibe. Emîne dilê wê ji aliyekî ve ji bo azadiyê lê dida, Ji aliyekî ve rastiya civakî dibînê ku li gorî vê rastiya ji aliyê sîstemê ve hatiye ferzkirin jin nikare bi tena serê xwe li ser piyan bimîne, li aliyê din jî rastiya gerîlayên jin ên li nava refên têkoşîna azadiyê dibînê ku dest bi çek ji bo Kurdistaneke azad di nava şert û mercên herî giran de li nava refên têkoşîna azadiyê şer dikin.

Her ku lêkolîn dike, Rêber Apo, PKK û Îdeolojiya Azadiya Jinê bêhtir nas dike, weke jineke Kurd a bi rûmet û ciwan têkiliyeke kûr bi têkoşînê re datînê. Li hemberî zext û zilma dewleta Tirk a mêtinger ku bênavber li gelê Kurd dike, hêrsa xwe kêlî bi kêlî mezin dike. Ev kûrbûn û lêgerîna Emîne hêşt(dihele) ku  jiyaneke nû Biafirînê, hevrêtiyên nû, dilsoziyên xurt û hezkirineke bêdawî wê Biafirînê. Ji ber ku hestên welatparêziyê, her wiha kîna li dijî dijmin a Emîne , ew digehînê PKK'ê. Emîne Di Sala 2010'an de tevlî nava refên Pkk dibe.

Emîne Toy navê Sarya Rûken radeke ser xwe. Bi avantaja mezin a tevlîbûna ji qada Gabarê li nava refên gerîla, di demek e kurt de fêrî jiyana gerîla û çiya dibe. Ji ber ku Gabar yek ji qadên herî bedew ên kurdistanê ye û ji bû gerîlatiyê guncaw e, Sarya bi gerîlatiyê re dibe yek û tecrûbeya ku demeke dirêj dihate bidestxistin wê di demeke kurt de bidestdixe. Gerîla Sarya bi perwerdeyan xwe  pêş dixe û asta xwe ya têgihiştinê her roj bilndtir dike û dibe milîtaneke şareza ya YJA Starê. Gerîla Sarya firsend dibînê ku perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk di cih da bixe pratîkê û pêşketina xwe xurt tir dike.

Gerîla Sarya 4 salan li herêma Gabar ê pratîkekî serkeftî dimeşîne û kedeke bêhempa dide. Di vê pêvajoyê de bi wêrekî û morala xwe ji hevalên xwe re dibe mînak. Gerîla Sarya sala 2014’an berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Gerîla Sarya di fikir û felsefaya Rêber APO’de xwe kûr dike û dibe fermandarek pêşeng û kesayetiyek milîtan ê APOYÎ. Di encama lêpirsînên li vê perwerdeyê de aliyên xwe yên kêm dibînê û ji bo çareserkirina wan dikeve nava hewldanke bêhempa. Bi taybetî li alîyê îdolojîk vê bi berfirehî kûr dibe û pîvanên azadiyê ya jinê ji xwe re dike pîvanên kesayetiya xwe. Xwe bi paradîgmaya Rêber APO perwerde dike û tevlîbûneke îdeolojîk pêk tîne.

Gerîla Sarya Piştî perwerdê derbasî herêma Garê dibe û li vir tevlî kar û xebatan dibe. piştî ku demek li herêma Garê pratik dimeşîne, vê carê jî berê xwe dide herêma heftanîn ê. Ew soza ku dabû şehîdan jiyan dike û her di nava hewildanên pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe de ye. Ew bi vê bîr û baweriyê tevlî jiyanê dibe û dibe pêşengê rêhevalên xwe. Ezmûnên xwe yên şer û jiyanê mezintir dike. Ew xwe di hêla rêxistinî û bîrdozî de pêşdixîne. Ew hêvî di jiyanê de dibîne û bi moralekî mezin beşdarê jiyanê dibe. Bi taybet jî rastiya jina azad de xwedî zanist dibe. Jina têkoşer Sarya di warê leşkerî de jî dipije û digihîje asta ku artêşbûna jin de pêşengtî bike. Di xeta milîtaniyê ya PKK’ê de her tim bi israr e.

Gerîla Sarya carek din pêşniyara xwe ji bo çûyîna Bakûrê Kurdistanê dike û pêşniyara wî tê qebûl kirin. Gerîla Sarya cara duyem çûyîna Bakûr ji bo xwe wekî şensek mezin pênase dike. carekî din berê xwe dide herêma Gabar ê. Vê carê ne wek şervanekî, wekî fermandarekî xwedî tecrûbe derbasî Gabrê dibe û bi ser dijminê dagirker û dijwariyên jiyan diçe. Ew dibe şopdara rêhevalên xwe, dibe şopdarên xeyalên xwe û mîna fermandarekê jin bi wêrekiyekê mezin gavên xwe davêje. Di hêla leşkerî de xwedî lêhurnunên girînge û dixwaze derbên giran li neyar bide, bi kîn û herseke mezin di çeperên herî pêş de şer dike. Ew ji bo rakirina tola Şehîdan bi fedakartiyekê mezin tevlî dibe û lêhûrbûnên xwe yên biserxistina şer, bi bîranîna Şehîdan û êvîna Rêbertiyê kûrtir dike.

Di 16 hezîrana 2019’an li “cehennem Deresî” ya bi ser navçeya Şirnex Hezexê re di pevçûneke li gel artêşa Tirk a dagirker de heya guleya xwe ya dawiyê şer dike û di encama vê pevçûna dijwar de tevli karwanên nemirêm Kurdistanê dibe.

 

Kod Adı: Sarya Rûken

Adı Soyadı: Emine Toy

Doğum Yeri: Mardin

Anne - Baba Adı: Hediye – Hamo

Şehadet Tarihi ve Yeri: 16 Haziran 2019 / Hezex

 

Kategori: Şehit Anıları